Komên girêdayî Tirkiyê li Efrînê 3 welatî bi serta fîdyê azad kirin

Komên girêdayî Tirkiyê li Efrînê 3 welatî bi serta fîdyê azad kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, komeke çekdar a girêdayî Tirkiyê 3 welatiyên bi şerta fîdeyeyê azad kirin.

Li gor çalakvanê Kurd Mistefa Şêxo yê ji Efrînê ragihand, do Sêşemê koma el Şerqiye ya girêdayî Tirkiyê, 3 welatiyên Kurd azad kirin.

Mistefa Şêxo diyar kir, Mihemed Mihemed Reşo yê 59 salî, Zekî Henan Reşo yê 48 salî, û Mihemed Menan Reşo yê 53 salî, roja 15ê tebaxê ji aliyê çekdarên el-Şerqiye ve hatibûn girtin.

Piştî ku hersê welatiyên Kurd, ku xelkê gundê Şêxûtka ne li nahiyeya Mabata fidye dane çekdaran ew îro, roja sêşemê, hatin azadkirin.

Herêma Efrînê ji 18ê Adara 2018 ve û piştî êrîşeke berfireh a artêşa Tirkiyê, di kontrola hêzên wî welatî û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Enqerê de ye.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin