PeyamaKurd-Îro Konsulê Komara Çekê li Hewlêrê dest bi peywira xwe kir. Konsulê bi navê Carl Kortanek ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Carl Kortanek di hevdîtinê de got, Komara Çek dixwaze têkiliyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li konsulê nû kir. Nêçîrvan Barzanî xwesteka Herêma Kurdistanê ya xurtkirina têkiliyan ligel Komara Çek anî zimên û spasî kir ku wan di şerê li dijî DAIŞê de di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de piştgiriya Kurdistanê kiriye.
Konsulê Komara Çekê jî kêfxweşiya xwe ji bo detpêkirina kar anî zimên û da zanîn ku welatê wan girîngî dide têkiliyên navbera xwe û Herêma Kurdistanê. Mijarên din ên di civînê de hatin nirxandin jî têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, jiyana hevpar a aştiyane, derfetên kar û bar, kompaniyên Çekî yên li Herêma Kurdistanê û rewşa siyasî ya Iraqê bû. Şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê jî yek ji mijarên hevdîtinê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin