VÎDEO - Ciwanekî kurd beriya cejnê li kolanan zarokan belas tiras dike

Dîroka weşanê :
VÎDEO - Ciwanekî kurd beriya cejnê li kolanan zarokan belas tiras dike

PeyamaKurd - Li bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê, ciwanekî bi navê Resul Yilmaz, beriya Cejna Qurbanê, di roja xwe ya betlanê de bêpere pora zarokên malbatên xizan û destteng diqusîne.

Ciwanê kurd ê bi navê Resul Yilmaz dibêje ez li Amedê di roja xwe ya betlanê de pora zarokên ku malbatên wan destteng in diqusînim û rûyê wan dikenînim. Yilmaz dibêje mafê herkesekî heye ku şad bibe.

Berber Yilmaz wisa axivî: “Berê jî ez çûbûm mala îxtiyaran û kesên berasteng û min pora wan pêpere qusandibû. Niha jî beriya cejnê di roja xwe ya betlanê de ez derdikevim derve û zarokên malbatên destteng bêpere tiraş dikim. Min xwest wan kêxweş bikim û wan bikenînim. Mafê her kesekî heye ku şad bibe.”

Yek zarokên ku Resul wî traş kiriye jî dibêje, “Cejn nêzîk dibe. Kekê Resûl pora me diqusîne. Xwedê jê razî be.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin