Siroveya Serok Barzanî li ser avakirina hikûmeta Iraqê

Siroveya Serok Barzanî li ser avakirina hikûmeta Iraqê

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li ser danûstandinên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û hewlên xwe ragihand ku di bin siya prensîban de bizaveke cidî heye ku dê bibe sedema çarserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê hewlên piştî hilbijartinên 12ê Gulanê yên Iraqê nirxand. Barzanî diyar kir ku, "Piştî birêveçûna hilbijartinên Parlamana Iraqê di 12ê Gulana 2018an de, tevî hebûna gelek têbîniyan li ser awayê birêveçûna proseya dengdanê û encamên wê, lê dibe ku rewş û derfeteke nû hatibe pêş ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Di wê derfeta nû de, pêwîst e gelekî bi zelalî kar bi prensîbên hevpariyê û lihevhatinê û hevsengiyê bê kirin, neku mîna berê, aliyek bi tena xwe biryarê li ser proseya siyasî û rêvebirina Iraqê bide."

​Barzanî di berdewamê de destnîşan kir ku "Di bin siya wan prensîban de, em di bizaveke cidî de ne, dakû em aliyên serekî bigehînin encamekê û em di wê baweriyê de ne, ku pabendiya bi wan prensîban, wê bibe sedema çareserkirina yekcarî ji pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û dibe çareyek ji proseya siyasî ya Iraqê giştî re."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin