PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek sersaxiyê ji malbata Dr. Hemîd Akreyî re şand.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Pêşmergeyê kevin, tekoşer û kesayeta niştimanperwer û Wezîrê Berê yê Veguhestin û Gehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hemîd Akreyî peyameke sersaxiyê weşand.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de ragihand: ‘’Mixabin nûçeya koça dawî ya Dr. Hemîd Akreyî yê Pêşmergeyê kevin, tekoşer û kesayeta niştimanperwer û wezîrê berê yê veguhestin û gehandina hikûmeta herêma Kurdistanê me bihîst, ku xwedî rolekî diyar bû di warên gehandinê de li herêma Kurdistanê. Bi taybet jî pêşxistina radyoya Dengê Kurdistanê de xwedî rol bû. Serxweşiyê li malbata wî dikim. Ji Xwedayê mezin daxwaza dikim bi biheşta xwe şad bike û aramî û sebrê ji kesûkar û hevalên wî re bibexşe.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin