PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan ya Reutersê diyar kir, Fransa wê ji ber belavbûna Omicronê, tedbîran berfireh bike. Serokwezîrê Fransa Jean Castex di debarê wê de da zanîn, rêjeya însîdansê (bo hefteyekê hejmara pêketinên ji nav 100,000 kesî) pirtir ji 700î ye û got, ew rêje ji destpêka şewbê vir ve rekor e.
Castex eşkere kir, bilindbûna însîdansê zorê dide kabîneyê ku tedbîrên nû ragihîne. Ji roja Duşemê pê ve bo sê hefteyên li pêş, di çalakîyên di hindur de, herî zêde wê 2000 kes û di yên derve de jî herî zêde dê 5000 kes kom bibin.
Li gor tedbîrên nû, ji temaşevanên konsertan wê were xwestin ku ew li şûnên xwe rûnin, li bar û restoranan xwarin û vexwarinên xwe rûniştî were kirin. Di maşîneyên veguhestinên komî de karanîna maskan careke din wê mecbûrî be. Castex herwiha destnîşan kir, ew ê bi qasî ji dest wan tê xebata ji malê teşwîq bikin.
Wî da zanîn, ew rewş dike ku herkes şewbê wek fîlmeke dawî lê nayê bibîne û bi bîr xist ku wan saleke berê dest bi kampanya derziyan kirine û ew xwe niha diparêzin.
Reutersê herî dawî dîyar kir, li Fransa di sersalê de wê derketina derve ne qedexe be û da zanîn, ew ê dibistanên wî welatî jî di serê Rêbendanê de vebin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin