PeyamaKurd- Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr ragihand ku ew bi temamî ji siyasetê vekişiyaye.
Muqteda Sedr ê ku rêberê olî û Şiî yê li Iraqê xwedî bingeha herî girseyî ye, îro ragihand ku ew bi temamî ji siyasetê vekişiyaye.
Muqteda Sedr, bi rêya hesabê medyaya civakî da zanîn ku ew ji bilî Mezargeha Pîroz, Muzexaneya Pîroz û Dezgeha Mîratê ya Al-Sedr, hemû saziyên ser bi tevgera Sedr ve hatine girtin.
Sedr got, “Gelek kes di nav de jî Seyid El-Haîrî difikirin ku ev rêberî bi saya wan an bi fermanê hat. Na, ev pêşî ji kerema Rebê min û bereketa bavê min e ku dest ji Iraqê û gelê wê berneda.”
Tevgera Sedr, di hilbijartinên Cotmeha 2021ê de bi ser ketibû lê belê nikaribû hikûmetê damezirîne. Piştî vê jî ji parlamenterên xwe xwest ku ji parlamentoyê îstifa bikin û ragihandibû ku ew ji siyasetê vekişiyane. Piştî Sedr, Çarçoveya Koordînasyonê ku rikeberê Tevgera Sedr e, ji bo damezirandina hikûmetê, ket nav liv û tevgerê.
Piştî ku Çarçoveya Koordînasyonê berendamê xwe Mihemed Şiya Sudani eşkere kir, alîgirên Sedr dest bi xwepêşandanan kirin û aloziya li Iraqê ji ber van sedeman hîn jî berdewam e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin