Barzanî: “Ku xayîntî tune be, tu kes nikare Kurdistanê vegire!”

Barzanî: “Ku xayîntî tune be, tu kes nikare Kurdistanê vegire!”

PeyamaKurd- Endamê rêvebiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî got ku heke xayîntî tune ba, tu kesî nikarîbû Kurdistanê dagir bike.

Endamê rêvebiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî li Duhokê di merasîma danasîna namzetan de axivî û mesajên girîng dan. Barzanî wiha dewam kir:

“Di meha Êlûnê de gelê Kurd gelek tişt bi dest xistine. Di dîroka Kurdistanê de têkoşîna herî mezin ya di meha Êlûnê de dest pê kiribû, bi pêşdariya PDKê çêbûye. Bi vê şoreşê, gelê Kurd destketiyên zêde bi dest xistin. Di 25 Êlûnê de Kurdistanê Referandûma Serxwebûnê pêk anî û gelê Kurdistanê ji %93 serxwebûna xwe îlan kir. Îradeya gelê Kurd bi ser ket. Ev referandûm ji bo PDKê serkeftineke dîrokî ye.”

Barzanî got ku dewlet serê Kak Mesûd Barzanî, Kurdistanê, hemî bela û teşqele derbas kirine. Têkoşîn û armanca me ya herî mezin ew e ku gelê Kurdistanê qedera xwe bi destê xwe tayîn bike. Armanca me, Kurdistaneke serbixwe ye ku dikare qedera xwe bi destê xwe tayîn bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin