15 kesan can da, 1078 kesên din jî bi koronayê ketin

15 kesan can da, 1078 kesên din jî bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro 21ê Cotmehê de ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 1078 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 15 kesan jî can daye.

Li gorî daxuyaniyê ji 1078 kesên bi vîrûsa koronayê ketine; 422 kes li Hewlêrê, 100 kes li Silêmaniyê, 24 kes li Germiyanê, 24 kes li Raperînê, 471 kes li Duhokê û 37 kes li Helebceyê ne.

Ji 15 kesên bi koronayê mirine jî 5 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê ne.

Herwiha di 24 demjimêrên borî de 375 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne û vegeriyane malên xwe.

Bi van amarên dawî re, li seranserê Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 64823 kesan, hejmara mirinan bû 2226 kes û 38561 kes jî heta niha baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin