Kazimî ji aliyê Reîsî ve hat pêswazîkirin: Mijarên av, gaz û navbeynkariya Siûdî di rojevê de ne

Kazimî ji aliyê Reîsî ve hat pêswazîkirin: Mijarên av, gaz û navbeynkariya Siûdî di rojevê de ne

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, îro Yekşemê bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Îranê Tehranê û ji aliyê serokomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî ve hat pêşwazîkirin.

Li gor medya Îranê, Kazimî û Reîsî di civîna xwe de wê li bihêzkirina pêwendiyên siyasî û aborî û rewşa herêmê bi giştî guftûgo bikin û tê çaverêkirin pirsgirêka avê di rojeva hevdîtinan de be.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî berî ber bi Tehranê ve bi rê bikeve ragihandiye ku armanca sereke ya serdana wî, bihêzkirina pêwendiyên dualî yên di hemû waran de ye.

Ajansa IRNA ya Îranê bal kişandiye ser ku Kazimî di serdana xwe de behsa pirsgirêka avê ya di navbera her du welatan de, pirsa hinardekirina gaza Îranê bo Iraqê û pirsên ewlehiyê dike.

Herwiha hatiye destnîşan kirin ku wê Serokwezîrê Iraqê û Serokomarê Îranê di hevdîtina xwe de behsa navbeynkariya Iraqê ya bo Îran û Siûdiyê jî bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin