PeyamaKurd- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî careke dî ragihand ku hilbijartinên Kurdistanê wê di wextê xwe de werin kirin.
Îro şandeyeke PDKê ya di bin serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de bi Serokê Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê Selaheddîn Behaeddîn re hevdîtinek pêk anî.
Piştî hevdîtinê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derkete pêşberî çapemeniyê û wiha axivî: “Heta niha tu partiyan ji bo taloqkirina hilbijartinan bi awayekî fermî serlêdan nekirine. Hilbijartin wê di wextê xwe de werin kirin û ji bo ku hilbijartin were taloqkirin jî tu hincet nîn in.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin