PeyamaKurd - Berdevkê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Faik Oztrak dîyar kir ku li sê bajarokên Stenbolê jimartina dengan a ji nû ve bi dawî bûye û di encaman de guhertineke mezin tune ye.
Faik Oztrak got ku ‘”daxwaza îtîrazê li ser encaman mafek e” û dîyar kir ku divê ew maf li gor hiqûqê were pêkanîn.
Li Stenbolê li gor encamên nefermî yên hilbijartinê namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu ser ketibû û Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) îtîrazî encaman kiribû. Li ser îtîraza AKPê li 18 bajarokên Stenbolê deng ji nû ve têne jmartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin