Hikûmeta Kurdistanê 5 proje pesend kirin

Hikûmeta Kurdistanê 5 proje pesend kirin

PeyamaKurd – Piştî civîna îro 28ê Nîsanê ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxuyaniyek hat belavkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di beşa yekem a civînê de Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab û Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd raportek li ser hejmarên herî dawî yên proje budçeya Herêmê ya sala 2021ê pêşkêş kirin.

Encûmena Wezîran biryar da ku lijneyek were pêkanîn, da ku têbînî û pêşniyarên Encûmenê di nav projeyasayê de were bicîkirin û piştre ji bo pesendkirina dawî ya Encûmena Wezîran were amadekirin û ji bo parlamentoyê were şandin.

Di beşa duyem a bernameya civînê de Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî derencama civîna li ser rûbirûbûna hişkesalîyê pêşkêş kir ku tê de wezaretên pêwendîdar, parêzgehên Herêmê û îdareyên serbixwe pêşniyar û plan û karê pêşîne yê xwe pêşkêş kirine û wisa biryar e, hefteya bê, plana serarserî ji bo rûbirûbûna hişkesalî amade bibe, da ku li Encûmena Wezîran were pesendkirin û di derfeta herî nêzîk de bikeve warê cîbicîkirinê.

Di beşa dawî ya civînê de Encûmena Wezîran pênc proje yasa pesend kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin