PeyamaKurd – Wezareta Bergiriya Venezuelayê bi daxuyaniyekê ragihand ku doh Şemiyê li nêzîkî paytext Karakasê helîkoptereke leşkerî ketiye xwarê û 7 kesên tê de can dane.
Wezaretê da xuyakirin ku derbarê ketina helîkopterê de lêkolîn hatine destpêkirin û xebatên hurgilî li awayê ketinê berdewam dikin.
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro ku rûbirûyî serhildana serokê opozîsyonê û serokê demkî yê Venezuelayê Juan Guaido ye, li ser ketina helîkopterê sersaxî xwest û got, Amerîka û serokê opozîsyonê Guaido bi awayekî ne yasayî kotedayê li dijî wî pêk tînin û ew jî vê yekê red dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin