Dayika Tugan a ku pistî 28 salan bi kurê xwe sa bûbû koça dawiyê kir

Dayika Tugan a ku pistî 28 salan bi kurê xwe sa bûbû koça dawiyê kir

PeyamaKurd  - Dayika Serhat Tugan, Semîha Tugan ku piştî 28 salan gihiştibû kurê xwe, koça dawiyê kir.

Semîha Tugan a 73 salî, ku kurê wê Serhat Tugan piştî 28 salan ji girtîgehê hatibû berdan, koça dawiyê kir.

Serhat Tugan di temenê xwe yê 16 salî de ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM)  ve, bi tohmeta ‘endamtiya rêxistina terorê’ hatibû girtin û du meh berî niha, piştî 28 salan ji zîndana Wanê hatibû berdan.

Dayika Serhat Tugan, Semîha Tugan jî ku bi dîtina kurê xwe piştî bi dehan salan kêfxweş bûbû, tenê du mehan li gel kurê xwe ma û di temenê xwe yê 73 saliyê de koça dawiyê kir.

Kurê Semîha Tugan yê bi navê Ferhat Tugan ku rojnamevan bû, 4ê Nîsana 2016an li Fransayê canê xwe ji dest dabû. Termê Semîha Tugan jî li goristana Kêlî Keska ya li taxa Merzan li tenişta gora kurê wê Ferhat Tugan bo axê hatibû spartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin