Sandeya HDPê gihiste Herêma Kurdistanê

Sandeya HDPê gihiste Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd - Şandeya HDPê ya ku ji bo hinek pêwendiyan derketibû rê û duh êvarê gihişte Herêma Kurdistanê.

Şandeya HDPê wê bi Serok Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re civînekê pêk bîne. Di şandeya HDPê de Hevseroka HDPê ya giştî Perwîn Buldan û parlamenterên HDPê Osman Baydemir, Feleknas Uca û Îmam Taşçıer cih digirin.

Berî ku şande here Kurdistanê berdevkê HDPê Ayhan Bilgen daxuyaniyek da û got ku şandeya me ji bo sersaxiya Dilovan Îdrîs Barzanî diçe herêmê. Pêre jî wê bi rayedar û parlamenterên Hikûmeta Kurdistanê re hinek civînan pêk bînin.

Hat ragihandin ku şandeya HDPê roja duşemê jî wê Silmaniyê ziyaret bike û bi erkdarên YNKê û Goran re jî hinek civînan li dar bixe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin