PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden got bi sedema pandemiyê dinya rojên zor û zahmet derbas dike lê rojên xweş nêzin û Newrozê pîroz kir. Biden bi sedema Newroz hatina baharê temsîl dike, li ser Newrozê peyameka nivîskî belav kir.
Biden di peyama xwe de ji Îranê heya Asya Navîn, ji Rojhilata Navîn heya Awrûpayê Newroza herkesî pîroz kir û got ku Newroz dilê mirovan bi hêviyê tije dike û sembola ebedî ya nûhbûn û vejîna ji nûh de ye.
Biden ragihand ku bi sedema Kovid-19 ê temamê mirovahiyê di rojên zahmet de ye û pîrozbahî di derfetên sanal de tên kirin û weha dewam kir:
“Divê em bibîr bînin ku tevî hemû êş û ji destçûyên me, rojên xweş li pêşiya me ne. Bo dahatûyeka tije aştî, refah û têgihiştinê, divê me tev bi hevre bixebitin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin