PeyamaKurd – Pêşniyara opozîsyona Almanyayê ya bo danîna ambargoya çekan li ser Tirkiyê bi sedema binpêkirinên mafên mirovan, li Rojhilatê Derya Spî, Qerebaxa Çiyayî, Libya û Sûriyê li Meclîsa Federalî ya Almanyayê hat redkirin.
Pêşniyara ku ji aliyê Partiya Çep ve bi sernavê ‘Ji bo Tirkiyê çek nînin’ bi dengên partiyên hevpeymana Partiyên Yekîtiya Xristîyan (CDU/CSU), Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Partiya Demokrata Azad (FDP) ve hat redkirin.
Herwiha pêşniyar qanûneke din a Keskan ji bo betalkirina destûrên noqavî yên deryayî bo Tirkiyê jî ji aliyê heman partiyan ve hat redkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin