PeyamaKurd- Li bajarê Wanê li navçeya Tûşbayê li ser dora ava zeviyan pevçûn derket. Bûyer li taxa Mele Qasim çêbû. Pevçûn zede bû û di encamê de bû şer. Di encamê de du malbat şer kirin û kesê bi navê Emre Yücebaş hat kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê hêzên asayîşê û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Tîmên tenduristiyê birîndaran birin bo navenda tibê ya Dursun Odabaş ku bi ser zanko ya 100.Yıl ê ve ye. Cenazê kesê mirî birin bo otopsiye rêxistina tibbî ya edlî.
Li ser bûyerê gelek kes hatine binçavkirin. Lêpirsîn dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin