Kovara Zrîng û Ziryabê ji ber Covid-19ê navberê didin wesana xwe

Kovara Zrîng û Ziryabê ji ber Covid-19ê navberê didin wesana xwe

PeyamaKurd - Kovara qerfî Zrîng ku mehê carekê tê çapkirin û kovara muzîkê Ziryab ya demsalane ji ber  pandemiya Covid-19ê ku li hemû cîhanê belav bûye, navber dana weşana xwe.

Rêveberiya weşanê ya Kovara Zrîngê daxuyanî da û wiha got: "Belê, me hejmara vê mehê ya kovara xwe taloq kir. Ji bo em gelê xwe ji vê şewba vîrusa coronayê biparêzin, em mecbûr man biryareke bi vî rengî bigirin. Me dikaribû kovara xwe li malê amade bike, lê rê û rêbaza me ya belavkirinê kir ku em biryareke bi vî rengî bigirin.

Kovara muzîkê Ziryabê jî li ser hesabê xwe yên medya civakî Twitterê ragihand ku ji ber Covid-19ê hejmara xwe dê di demên pêş de çap bikin. “Hevalno silav. Hejmara çaremîn a Kovara Ziryabê amade ye lê ji ber sedemên aborî û pandemiya Covid-19ê di demên pêş de wê were çapkirin û belavkirin. Bila haya xwendevanên me jê hebe.”

Herî dawî rojnameya Yenî Yaşamê ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) navber da çapkirina xwe. Ji niha pê ve dê rojname bi awayekî dijîtal 24 saetan weşana xwe bidomîne. Rojname dê rûpelên xwe wekî PDF li ser malpera xwe biweşîne.

Rojnameya Yenî Yaşamê, ji ber vîrusa koronayê ku her roj li seranserê Cîhanê dibe û dibe sedema mirina bi hezaran mirovan, navber da weşana xwe ya çapkirî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin