Îsraîl, Behreyn û Amerîka li Qûdsê dicivin

Îsraîl, Behreyn û Amerîka li Qûdsê dicivin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku roja Çarşema bê ji bo şopandina peymanên aştiyê û asayîkirina pêwendiyê bi Îsraîlê re, şandên Îsraîl, Behreyn û Amerîkayê li bajarê Qûdsê (Orşelîm) civîneke sêqolî li dar dixin.

Li gorî ragihandina medya Îsraîlê di civînê de, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Wezîrê Derve yê Behreynê Ebdulatîf El-Ziyanî beşdarî dikin.

Hatiye diyarkirin ku ew civîn di çarçoveya berdewama peymana aştiyê ya di navbera Îsraîl û Behreynê de pêk tê û wê şopandina peymanên hevbeş were gotûbêjkirin.

Herwiha hatiye ragihandin ku wê temamkirina peymana firîna balafiran ku rê bide rêwîtiyên yekser di navbera Îsraîlê û Behreynê de jî di civîna sêqolî de were pesendkirin.

Hêjayî gotinê ye, welatên ereb bi Îmaretê re dest bi îmzekirina peymanên aştiyê bi Îsraîlê re kirin ku piştî Behreynê Sûdan jî ji bo asayîkirina têkiliyên bi Îsraîlê re di nav hewldanan de ye.

Herwiha tê ragihandin ku hejmarek welatên din ên ereb jî di dorê de ne ku bi Îsraîlê re rêkeftinên asayîkirina pêwendiyan pêk bînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin