PeyamaKurd- Maslahguzarê dewleta Amerîkayê yê li Iraqê Joey Hood di bernameyeka televîzyonê de ragihand ku Artêşa Parazvanên Şoreşa Îranê ji devera Şengalê fuzeyan davêjin û dixwazin van tevgerên xwe li seranserê Iraqê belav bikin. Ev kiryarên han piştî ku navê wan ket nav lîsteya terorê dikin.
Joey Hood, di bernameya televîzyonê de ragihand ku biryara li dijî artêşa Îranê mijareka siyasî, dîplomatîk û aboriye û weha dewam kir:
“Ev gavên han ne leşkerîne. Em bi van gavan dixwazin Îranê bikşînin ser masa muzakereyan. Lê bi navên din jî derên ortê, ew terorîstin û nabe em bi artêşa Îranê re li ser masê rûnên. Eger di seha leşkerî de Artêşa Parazvanên Şoreşa Îranê me tehdîd bike, em ê bersiva wan bidin. Artêşa Îrane her sal li dora 1 mîlyar dolarî pere dide Hîzbûllaha Lubnanê, Grûba Nuceba, Hîzbûllaha Iraqê û Hêza Qudsê. ”
Hood ragihand ku Hêza Qudsê li Iraqê xwedî hêzeka berfirehe û got ew çend roj berê li Fellûceyê bû ye, li bakûrê Babîlê halê koçberan û penaberan diye. Xelkê Iraqê bêzar kirine û nahêlin ku koçber dagerin ciyên xwe yên berê.
Hood hukumeta Iraqê rexne kir û got ku artêşa Îranê destê xwe dixe nav karên hundir yê Iraqê û Iraq dengê xwe nake. Ji Şengalê fuzeyan diavêtin û dixwazin vêya li seranserê welat bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin