Daxuyaniya KCDê li ser Ocalan

Daxuyaniya KCDê li ser Ocalan

PeyamaKurd - Berdevka KCDê Gulistan Koçyîgît ragihand ku ji derveyî hevdîtineke malbata Ocalan, ti kesî piştî 2015an Abdulah Ocalan nedîtiye û der barê ewlekarî û tenduristiya wî de gumanên wan hene.

Berdevka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Gulistan Koçyîgît, di civîna civata giştî ya KCDê de axivî û da xuyakirin, divê tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdulah Ocalan gavek zûtir bidawî bibe.

Koçyîgît got, piştî 5ê Nîsana 2015an, tenê carekê malbata Ocalan kariye pê re hevdîtinê bike û derveyî vê ne malbat û ne jî parêzer nizanin rewşa wî çi ye.

Koçyîgît daxwaza rakirina tecrîdê kir û got, ji ewlehî û tendirustiya Abdulah Ocalan biguman in.

Rêberê PKKê Abdulah Ocelan, di 15ê Sibata 1999an de, li Kenyayê hat girtin, piştre bi firokeke Tirkî taybet, ji bo Tirkiyê hat veguhestin û ji wê demê ve heya niha di girava Îmraliyê de zindankirî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin