NATO: Ukrayna neçare ku bi ser bikeve!

NATO: Ukrayna neçare ku bi ser bikeve!

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê hevpeymana NATOyê Jens Stoltenberg, beriya Lutkeya NATO ya Washingtonê ku di navbera rojên 9-11ê Tîrmehê de tê lidarxistin, li biryargeha NATO ya Brukselê civîneke rojnamevanî saz kir.

Stoltenberg ragihand, di lutkeya NATO ya Washingtonê ku serokên 32 welatên endam beşdariyê dikin de, xala lezgîn ya rojevê wê Ukrayna be.

Jens Stoltenberg got: “Ukrayna neçare bi ser bikeve û ji bo vê hewcedariya wê bi alîkarî û piştevaniya me ya berdewamî heye. Ji ber wê jî tê çaverêkirin hefteya pêşiya me di lutkeya lîderan de li ser pakêteke girîng a alîkariya bo Ukraynayê lihevkirin çêbibe. Yek ji xalên alîkariyê, piştevaniya ewlehiyê û perwerdeya leşkerî bo Ukraynayê ye, ya din jî kordînasyon û dewrkirina dabînkirina leşkerî bo NATOyê ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin