PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elîzeyê bi şanda Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û nûnerên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya.
Hat zanîn ku Macron di hevdîtinê de, piştgirîya Fransayê ya aborî bo hêzên kurd li dijî terorê diyar kir û di heman demê de bal kişand ser ewlekariya Tirkiyê û xwest rageşiya li ser sînor were kêmkirin.
Çavkaniyên Serokomariya Fransayê derbarê hevdîtinê de ragihandin, "Di civînê de hat destnîşankirin ku pêwîste hemû pêkhateyên Sûriyê di nav rêveberiya nû de cî bigirin. Hat diyarkirin ku Serokomarê Fransayê bo berdewama piştgiriya HSDê garantiyê dide.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, Fransa li pişt ewlekariya sînorî ya Tirkiyê ye û pêwîste rageşiya li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê were kêmkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin