PeyamaKurd- Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) ragihand ku îro di saetên nîvrojê de li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, erdhejeke bi pileya 4.1ê çêbûye.
Di daxuyaniya AFADê de hat ragihandin ku erdhej, îro saet di 12:54an de li navçeya Tuşbayê ya Wanê çêbûye.
Li gorî hat ragihandin, pileya erdhejê wekî 4.1 û kûrahiya wê jî 7,01 kîlometir hatiye pîvandin.
Her wiha şeva borî jî saet di 01:02yan de li Deryaya Spî erdhejek çêbûbû û AFADê ragihandibû ku pileya wê erdhejê 4.3 û kûrahiya wê jî 5,28 kîlometir bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin