‘Heta S-400 li ser erda Tirkiyê bin, nikarin F-35an bistînin’

‘Heta S-400 li ser erda Tirkiyê bin, nikarin F-35an bistînin’

PeyamaKurd – Senatoya Amerîkayê îro ji bo sîstemên parastina esmanî S-400ên Rûsî û nirxandina sepandina dorpêçên ser Tirkiyê civiya.

Di rûniştina senatoyê de, Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê Senatoyê Amerîkî Jim Risch axaftina vekirina civînê kir.

Risch got, “Heta ku S-400 li ser erda Tirkiyê bin, Tirkiye nikare balafirên F-35 bistîne. Em bang li Erdogan dikin tercîhên xwe ji nû ve binirxîne.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî li ser sepandina dorpêç û cezayên Amerîkayê bi ser Tirkiyê de, gefa girtina baregehên NATOyê yên li Tirkiyê (Încirlik û Kurecik) xwaribû û dabû xuyakirin ku ew ji S-400an paşde gav naavêjin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin