PeyamaKurd – Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di derbarê çeteyên DAIŞê de û malbatên wan ku li Rojavayê Kurdistanê ne, peyamek ji civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê re şand.
Fermandarê Giştî ya HSDê Mazlûm Ebdî peyamek ji civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê re ku biryar e îro li paytexta Îtalya li Romayê were encam dan şand.
Mazlûm Ebdî di peyama xwe ya şeva borî de diyar kiriye: "Hevpeymaniya Navdewletî, wê sibe bicive da ku têkçûna DAIŞê û misogeriya pêkanîna serkeftina mayînde nîqaş bikin, divê em ji bîr nekin ku hîna bi dehhezaran jin, zarok û çeteyên DAIŞê di kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne.
Herwiha Mazlûm Ebdî bang li Hevpeymaniya Navdewletî dike, da ku wan kesan vegerînin welatên wan û piştgiriya bernameya xwendinê û têkoşîna li dijî hêzên tundrew bikin. Herwiha piştgiriya avakirina aramiyê û geşkirina aborî li herêmên rizgarkirirî bikin, da ku sedemên bingehîn ên tundûtûjiyê werin çareserkirin.
Wezîrên Karên Derve yên 83 welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, îro li Roma dicive û tê de metirsiyên dubare derketina DAIŞê û pirsa terorê gotûbêj dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin