PeyamaKurd - Piştî ragihandina agirbesta Idlibê ya şeva borî ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk hat, hêzên Rûs û Tirk îro li ser rêya M4 a temasê ya dorûbera Seraqibê yekem dewriye gerandin.
Di dewriyeya hevbeş de hêzên Rûs û Tirk li nêzî navçeya Seraqib ku ketiye destê rejîmê, li ser rêya M4ê geriyan.
Li gorî rêkeftina doh 5ê Adarê ya Idlibê çav li rê bû di nav hefteyekê de dewriyeyên hevbeş ên Rûs - Tirk li ser rêya M4 dest pê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin