Kanebî: “Lahor çapemeniya Silêmaniyê xistiye bin kontrola xwe”

Kanebî: “Lahor çapemeniya Silêmaniyê xistiye bin kontrola xwe”

PeyamaKurd - Berpirsê berê yê çapemeniya Tevgera Goranê eşkere kir ku piraniya çapemeniya sînorê parêzgeha Silêmaniyê rasterast an ne rasterast ji aliyê Lahor Cengî ve û YNKê ve tên birêve birin.

Berpirsê ofîsa Hewlêrê yê kanala KNN a Tevgera Goranê Şewqî Kanebî ragihand, piraniya çapemeniya Silêmaniyê ‘’rasterast an jî ne rasterast’’ ji aliyê Lahor Cengî û YNKê ve piştevaniya madî tê kirin û tê birêve birin.

Herwiha got, ew piştevanî kirin ji aliyê darayî ve ye û ew rêvebirina wan çapemeniyan jî digre naxwe ku ‘’Demekê Giverayê çapemeniya azad û opozîsyon bûn.’’

Ew erkê ku Lahor Cengî li hember wê piştgiriya darayî dixe stûyê wan çapemeniyan, ji belav kirina nûçeyên berevajî û zanyariyên nerast yên derbarê dijberên YNKê de û ji rê derxistina belavkirina wan bûyerên ku li Silêmaniyê pêktên e. Ji ber wê jî çavdêr dibêjin ku ew çapemeniyane wek kampanyayekê bi dehan nûçeyên herî biçûk li Hewlêr û Duhokê pêktên mezin dikin, lê beravajiyê wê, asta bûyerên herî mezin ên kuştina xelkê û xwepêşandanên li Silêmaniyê û bêçek kirina hêzên ewlehiyê ji aliyê hêzên ser bi Lahor Cengî ve û gelek tiştên din de jî bêdengiyê hildibijêrin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin