PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê dîyar kir ku hêzên wan wê li Iraqê bimînin û parastina xwe berdewam bikin.
Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve Vedant Patel di civîna çapemeniyê ya ku roja Çarşemê 24ê Çileya 2024an hat lidarxistin de derbarê hebûna leşkerên Amerîkayê de daxuyanî da.
Patel bal kişand ku leşkerên Amerîkayê wê li Iraqê bimînin û got, "Em ê li Iraqê parastina leşkerên xwe bidomînin."
Patel bal kişande ser wê yekê ku wan sê baregehên milîsên li Iraqê wek berteka êrîşên vê dawiyê yên li ser hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê kirine armanc û got, Amerîka bi berdewamî ligel hikûmeta Iraqê di pêwendiyê de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin