ISÎDê li Selahaddînê ji malekê 12 kes qetil kirin!

ISÎDê li Selahaddînê ji malekê 12 kes qetil kirin!

PeyamaKurd- Hêzên Ewlehiyê yên wileyeta Selahaddînê ragihandin ku IŞÎDê li navçeya Zeluiyê li gundê Ferhadiyê, ji malekê 12 kes kuştine.

Piştî bûyerê Hêzên Ewlehiya Iraqê derbasî herêmê bûne û li dijî çekdarên IŞÎDê operasyon dane destpêkirin.

IŞÎDê di van demên dawî de li Selahaddîn û Kerkûkê êrîşên xwe zêde kirine.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di dawiya sala 2017an de eşkere kiribû ku ew li dijî IŞÎDê bi ser ketine û li Iraqê êdî hêza IŞÎDê nemaye. Lê belê piştî vê daxuyaniyê gelek êrîşên IŞÎDê li Iraqê çêbûn û bi sedan kesên sivîl hatin kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin