Li Sûriyê rêjeya kustiyan: 4 hezar û 166 kes

Li Sûriyê rêjeya kustiyan: 4 hezar û 166 kes

PeyamaKurd: Tora Mafê Mirovan ya Sûriyê ragihand ku li Sûriyê di nava 5 mehan de rêjeya kuştiyan giha 4 hezar û 166 kesî.

Tora Mafê Mirovan ya Sûriyê got ku li Sûriyê di êrîş û şerên ku hatine kirin de li gor rapora meha gulanê, di 5 mehên dawiyê de 4.166 kesên sîvîl hatine kuştin. Li gor raporê di meha yeke de 774,di sibatê de 1389,di adarê de 1241,di nîsanê de 408 û di gulanê de 354 sîvîl hatine kuştin.

Li gor raporê yên ku hatine kuştin ji %74ê wan ji aliye rejîmê û piştgirê rejîmê ji aliye Rûsya de hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin