Rojnamegeriya Kurdî ket 120 saliya xwe

Rojnamegeriya Kurdî ket 120 saliya xwe

PeyamaKurd- Rojnamegeriya Kurd îro kete 120 saliya xwe. Cara yekem di sala 1898an de, di rojeka weka îro de, an di 22 nîsanê de rojnama Kurdistan li bajarê Qahîre ya Misrê ji aliyê Miqdad Mîthet Bedrixan de hat weşandin.

Paşî li Braîtanya û Îswîçrê weşana xwe dewam dikin. Di pey Miqdat Mîthet de birayê wî Abdurahman Bedrixan weşanê girt destê xwe. Bedirxanî nikaribûn li Îstenbolê bi sedema zordestiya dewleta Osmanî rojnama xwe çap bikin lewra çûn li Misrê wî karî kirin.

Bedirxanî berê jî li Misrê mabûn û bo demokrasiyê dereka gelek baş bû. Hem Emîn Alî Bedrixan demeke dirêj li Misrê, li bajareka wê walîtiyê kiribû. Kurdên wê derê jî Bedrixaniyan baş nasdikirin.

Bedirxanî di pey rojnama Kurdistanê de gelek rojname û Kovarên dinê jî birêvebirin û barê rewşenbiriyê jî dan ser milên xwe. Kurd Tewaun û Terraqî, Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn, Hawar, Ronahî, Stêr û Kurdish Bulten saha xebatên wan in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin