PeyamaKurd- Serokê Sûriyê Beşer Esed qanûnekî çêkir ku kî terka welatê xwe kiribe wê dest deyne ser xaniyê wan. Di vê mijarê de nerazîbûna yekem ji serokwezîrê Lubnanê ji Saad Herîrî hat kirin.
Lubnan welateke wisaye ku koçberên ji Sûriyê çûne, herî zêde li Lubnanê dimînin. Herîrî ragihand ku ev tê vateya Esed ji hemwelatiyê xwe re dibêje; “Li Lubnanê bimînin.”
Saad Herîrî li Lubnanê, di şîveka fetarê de axaftinekî kir û balê kişand ser qanûna xeyrîmenqûl ya 10 a ku Sûriye derxistiye. Herîrî got; armanca vê qanûnê ew e ku ji bi hezaran malbatên koçberan re dibêje danegerin welatê xwe û ev mijar wan eleqedar dike. Herîrî ji Esed xwest ku berpirsiyariya xwe li hemberê hemwelatiyên xwe bicîh bîne.
Niha li Lubnanê li dora 1.5 mîlyon koçberên Sûriyê li Lubnanê dijîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin