PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bi pêwendiyeke telefonî rewşa Sûriyê gotûbêj kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya berdevkiya hikûmeta Almanyayê de hat gotin ku her du serokan li ser aramî, kêmkirina rageşiyê û avakirina komîteyên destûra Sûriyê li hev kirine.
Hat diyarkirin di pêwendiyê de, mijara Ukraynayê jî hatiye axaftin û bi taybet li ser çaraseriya krîza Sûriyê jî mijarên damezirandina komîteya destûrê û vekişîna leşkerên Amerîkayê hatine gotûbêjkirin.
Hat gotin ku her du serokan li ser pêşxistina proseya siyasî û aramkirina rewşa şer li Sûriyê li hev kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin