PeyamaKurd – Şandeyê Navdewletî yê Taybet ji bo Sûriyê Geir Pedersen bi daxuyaniyekê diyar kir, gera nû ya danûstandinên Komîteya Destûrê, wê roja 28ê Gulanê li Cenêvê birêve biçin.
Pedersen piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re li paytexta Sûriyê daxuyaniyek da rojnamevanan û da zanîn: “Me qala biryara lêborîna ku ji aliyê Serok Esed ve hatibû derkirin kir. Bi hêvî me her pêşketinek di vê dosyayê de were kirin, em bên agahdarkirin.”
Pedersen di derbarê lidarketina civînên Komîteya Destûrê de eşkere kir: “Em ê civîna Komîteya Destûrê roja 28ê vê mehê li Cenêvê bikin. 15 endamên aliyê civaka sivîl, 15 endam ji aliyê hikûmetê û 15 endam ji aliyê opozîsyonê dê beşdar bin. Ez bi hêvî me ku ev hevdîtin erênî be.”
Herwiha Ajansa Nûçeyan a Sûriyê (SANA) destnîşan kir, Miqdad û Pedersen li ser xebatên ji bo xurtkirina aramiyê bi berfirehkirina çarçoveya lihevkirinan û çareseriyê li herêmên cuda yên Sûriyê gotûbêj kirin.
Komîteya Destûrê ya Sûriyê roja 25ê Adara borî karê gera heftemîn li Cenêvê bi dawî anî, bêyî ku kongreya dawî were lidarxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin