HSD: Em dikarin bi hêzên Ereban re hevkariyê bikin!

HSD: Em dikarin bi hêzên Ereban re hevkariyê bikin!

PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku heke Hêzên Ereban werin li cihê hêzên koalîsyonê bi cih bibin, ew amade ne ku bi hêzên Ereban re hevkariyê bikin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji rojnameya El-Şerq El-Ewsetê re axivî û li ser vekişîna leşkerên koalîsyonê ji Sûriyê, nêrînên xwe parve kirin.

Ebdî wiha got: Em bi nûnerê Amerîkayê Brett McGurk re axivîn. Lê heta niha ji bo vekişînê tiştekî biryareke eşkere nîn e. Heke Hêzên Ereban werin li cihê hêzên koalîsyonê bi cih bibin, em amade ne ku bi hêzên Ereban re hevkariyê bikin.

Mezlûm Ebdî li ser hêzên sînorparêz jî axivî û got ku ev yekîne ji 30 hezar leşkerî pêk tê û li ser hidûdê Tirkiyê û Iraqê dest bi karê xwe kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin