PeyamaKurd- Serokê İnterpolê yê berê Meng Hongwei li welatê xwe li Çînê hatibû binçavkirin û nema jê agahî hatibû girtin. Jina wî îro agahiyekê da çapemeniyê û got ku ew ne bawere zilamê wê li heyatê mabe. Grace got ku ew mijarê weha, weka îşkenceyeka siyasî dibîne û ji jiyana zilamê xwe endîşe dike.
Grace Meng, li Fransayê axifî û got ku li welatê Çînê bo kesên muxalif mafê jiyanê tine ye û bo Çînîyan sînorê şiddetê tine ye. Meng weha dewam kir: “Zalim in, bêbextin. Divê ez xurt bim û ez naxwazim zarokên serokên din bibin weka yên me.”
Tê gotin ku serokê dewleta Çînê Xi Jinping di kampanya têkoşîna li dijî bertîlan de, di ser mîlyonekî de kes hatiye cezakirin. Li Çînê Meng Hongwei û gelek kesên weka wî, kesên di asta bilind de niha di bin çavde ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin