Îranê careke din Siûdî sûcdar kir!

Îranê careke din Siûdî sûcdar kir!

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Behram Qasimî, cewaba Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Adil Cubeyr da û got: Eva ku Adil Cubeyr bi şanazî piştevaniya welatê xwe ji siyasetên Donald Trump li hemberî nêhrîna çend alî û jinavbirina rêketinên navnetewî radigehîne babetekî ecêb nîne ji ber ku welatê wî bi hevrêtiya lobiya Rejîma Siyonîstî û Mîrnişînên Erebî û xerckirina milyaran dolar dixebite ku siyaseta derveyî ya bi firoşdaniye Amerîka bêxe riya şerxwazî û neêminkirinê.

Behram Qasimî bal kişande ser beşdariya Erebistanê di nav hevalbendiya eskerî ya dijî  Hûsiyan û got: Eva ku wezîrê karên derve yê welatekî destdirêjker ku sebebkarê kavilbûna Yemenê û karesata mirovî ye , wiha ji trîbûna Rêxistina Netewên Yekgirtî îstifadeya nerewa dike û propagandeya evgerên fanatîk, dijminî û şerxwaziyê dike xîm û binyata wê baweriyeke wisa ye ku ew û Alê Siûd tê da perwerde bûne.

Cubeyr li Netewên Yekgirtî got  Îran sebebkarê neêminkirina Rojhilata Navîn e, û dewam kir: Erebistan ji siyaseta nû ya Amerîka ya dijî Îranê re piştevaniyê dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin