PeyamaKurd – Hêzên Ewlekariyê yên Kurdistanê bombeya 200 kîlo TNT ya ku PKKê li ser rêya Kanîmasiyê danîbû beriya bê teqandin îmha kir.
Hat ragihandina ku li ser rêya nehiya Kanîmasî ya girêdayî bajaroka Amedîyê ya parêzgeha Duhokê, bombeyeke TNT ya 200 kîlo ku PKKê çandibû hat dîtin û piştre jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat pûçkirin.
Berpirsê PDKê yê Kanîmasiyê Haşim Tirwanişî da xuyakirin ku ew bombeya PKKê li ser rêya sivîlan hatiye danîn ku rojane bi sedan kesên sivîl wê rêyê bikar tînin.
Tirwanişî da zanîn ku cihê kêfxweşiyê ye berî bombe biteqe hatiye dîtin û pûçkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin