PeyamaKurd – Ofîsa Ragihandina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro 14ê Cotmehê ragihand ku Kazimî ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve bo Tirkiyê hatiye vexwendin.
Ofîsa Ragihandina Serokwezîriya Iraqê daye xuyakirin ku Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz û Serokwezîrê Iraqê civiyanê û ji bilî gotûbêjkirina bihêzkirina peywendiyên dualî, bi fermî ji aliyê Erdogan ve ji bo serdana Tirkiyê Serokwezîr Mistefa Kazimî bi fermî hatiye vexwendin.
Hat diyarkirin ku nameya vexwendinê Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz radestî Kazimî kiriye.
Ji dema Kazimî hatiye ser kar ve hîn serdana Tirkiyê nekiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin