Serokwezîr Barzanî, çû serdana Fermangeha Teknolojiya Zanyariyê

Serokwezîr Barzanî, çû serdana Fermangeha Teknolojiya Zanyariyê

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro çû serdana Fermangeha Teknolojiya Zanyariyê (DIT) ya hikûmetê. Hat ragihandin ku di serdanê de agahiyên bingehîn ên teknîkî hatine parvekirin.

Hat diyarkirin ku Serokwezîr Barzanî, ji aliyê Serokê Fermangehê Hîwa Efendî ve hatiye pêşwazîkirin û di derbarê xebatan de agahî hatine girtin. Hat ragihandin ku cara yekemîn e Sentera Data ya Navendî ya Hikûmetê, bi awayekî fermî tê vekirin ku ev der navendeke zanyariyên fermanberên hikûmet û welatiyan, xizmetguzariyên giştî yên Herêma Kurdistanê û pergaleke zanyarî ye.

Hat diyarkirin ku ev navend, bi awayekî dîjîtal a pêşketî û parastî kar dike û alîkariyeke mezin dide dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bi awayekî nûjen û pêşketî, xizmetguzariyan pêşkêşî welatiyan bike.

Li gorî agahiyên li ser serdanê hatin parvekirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî li karmendan kiriye û gotiye,

“Em şanaziyê bi wê dikin ku em xwedî sentereke zanyariyan a pêşketî ya ji vê cureyê ne û cihê xweşhaliyê ye ku karmend, endezyar û şarezayên di warê IT ya vê fermangehê, derçûyên zanîngehên Kurdistanê ne û karîne vê sentera pêşketî damezirînin û bi pêş ve bibin.”

Hat destnîşankirin ku Mesrûr Barzanî diyar kiriye ku ev senter, yek ji berhemên proseya çaksaziyê ye û hevkariyeke mezin dide hikûmetê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin