PeyamaKurd- Berdevkê Artêşa Libyayê Ahmed Mîsmarî got ku divê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin Tirkiyê ji nava Libyayê derbixe.
Berdevkê Artêşa Libyayê Ahmed Mîsmarî ji ajansa Rûsî Sputnîkê re axivî û daxuyaniyên girîng dan. Mîsmarî got ku divê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi şexsê xwe bi pirsgirêka Libyayê re eleqedar bibe û hêzên derve yên weke Qeter û Tirkiyê ji nava Libyayê derbixe.
Mîsmarî wiha berdewam kir: “Bi qasî 100 leşkerên Libyayê li Rûsyayê tedawî dîtin. Rûsya alîkariyeke baş bi Libyayê kir. Di artêşa me de ji bo Rûsyayê nêrîneke baş pêk hat.”
Li ser kirîna çek û sîlehan jî Mîsmarî got ku ji ber ambargoyê, Rûsya çek û sîlehan niha nade Libyayê.
Piştî ku di sala 2011an de Serokê Libyayê Muammer Qeddafî hate kuştin, dewlet bû du perçe û heta niha jî ji qeyranê derneketiye. Piştî van geşedanan Ahmed Mîsmarî gelek caran çû Rûsyayê û dixwaze ku pêwendiyên xwe û Rûsyayê bi pêş ve bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin