Raul Castro jî ket ber dorpêça Amerîkayê

Raul Castro jî ket ber dorpêça Amerîkayê

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku bi sedema ‘îhlala mafên mirovan bi awayeka giran’, serokê Partiya Komûnîst ya Kubayê Raul Castro xistine nav lîsta dorpêça Amerîkayê.

Di ragihandina Pompeo de hat gotin ku kesên di welatên xwe de îhlala mafên mirovan bikin, dibe ku dorpêçê deynin ser wan û li gor qanûnê; nema Castro û malbata wî karibe here Amerîkayê û eger malên wan li Amerîkayê hebe, dê dest deynin ser malê wî û malbata wî.

Demeka dirêje ku Amerîka dorpêçan datîne ser Kubayê û ji halê siyasî yê Venezuela ya niha, Kubayê berpirs digre.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin