PeyamaKurd - Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê Erşed Salihî, di her firsendê de dijmjniya xwe ya li hemberî Kurdan venaşêre û nijadperestiya Tirkan li Iraqê geş dike.
Erşed Salihî, îdîa dike ku Tirkmen li Iraqê pêrgî zilma Kurdan tên û vê peyamê bitaybet bo alîgirên MHPê dişîne.
Serokê Tirkmen herî dawîn jî ji nîqaşa li Tirkiyê li ser Ataturk tê kirin kêm nema û li hesabê Twîtterê peyameke belav kir:
"Serdarê milletekî, damezrînerê dewletekê û bi hezaran wesfên din ji bo Ataturk hene....
Heqareteke li Pêşengê Pîroz Ataturk were kirin, li Tirkekî Iraqê jî hatiye kirin.
Ew Ataturk ku em bi xêra wî dijîn
Em bi xêra wî Tirkî diaxivin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin