PeyamaKurd - Dozgerê komarê der heqê Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş û Parlamenterê Enqereyê yê HDPê Sirri Sureyya Onder de ji ber sûcê "kirina propagandaya rêxistina terorê" heta pênc salan cezayê hepsê xwest.
Rûniştina Mehkemeya Cezayê Giran ya 26em a Stenbolê li salona hemberî Kampusa Saziya Înfaza Cezayê ya Sîlîvriyê hat kirin. Ji ber ku bersûc Selahattîn Demirtaş rapora tenduristiyê hildabû, beşdar nebû. Bersûc Sirri Sureyya Onder beşdarî rûniştinê bû.
Serokê mehkemeyê ji bo ku mutalaaya xwe bixwîne mafê axaftinê da dozgerê komarê. Parêzerên bersûcan ji bo vê îtiraz kir.
Serokê Mehkemeyê li ser vê bi hinceta ku hizûra rûniştinê xerab dikin, biryar da ku parêzeran derxin derva.
Piştî ku parêzerên bersûcan ji salona rûniştinê derketin, dozgerê komarê mutalaaya xwe ya li ser naverokê xwend.
Dozgerê komarê di mutaalaya xwe da got ku di 17ê adara 2013an da li Zeytînburnuyê bi organîzekirina BDPê va pîrozbahiyên Newrozê hatin kirin û di pîrozbahiyan da li ser navê PKKya rêxistina terorê duruşmeyên dereqanûnî hatin berzkirin û rêvebirên partiyê jî di pîrozbahiyan da axivîn.
Hat bibîrxistin, ji ber ku parlamenter in dosyeya Selahattîn Demirtaş û Sirri Sureyya Onder hatin veqetandin û ji bo wan destûra lêpirsînê hat xwestin û îdianame hat amadekirin.
Di mutaalayê da seba axaftina wan ji bo Demirtaş û Onder ji ber sûcê "kirina propagandaya rêxistina terorê" heta pênc salan cezayê hepsê hat xwestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin