350 hezar kes ji koronavîrusê bas bûne

350 hezar kes ji koronavîrusê bas bûne

PeyamaKurd- Li seranserê dinyayê nexweşên ku ji koronavîrusê baş bûne, jimara wan gihaye 350 hezarî. Li gor rêje ya "Worldometer" ê heya niha 350 hezar û 138 kes ji nexweşînê baş bûne. Malpera navborî ya rêjeyên di derbarê koronavîrusê de, di asta dinyayê de dide. Rêje ya ku malper dide weha ye:

-Çîn: 77.370 kes baş bûne.

-Îspanya: 52.165 kes baş bûne.

-Almanya: 50. 557 kes baş bûne.

-Îran: 32.309 kes baş bûne.

-Îtalya: 28.470 kes baş bûne.

-Amerîka: 24.961 kes baş bûne.

-Fransa: 23.206 kes baş bûne.

Heya niha li 1 mîlyon û 589 hezar û 16 kes bi vîrusê ketine. 94 hezar û 946 kes mirine.

Rêxistina WHO yê jî binkeya nûçe ya xwe dibe ser heman malperê û dibêje dibe ku li welatên Afrîkayê nexweşîn zêde bibe û divê testên vîrusê di derveyê payîtextên dewletên Afrîkayê de jî bên kirin. Heya niha li Afrîkayê 535 kes jiyana xwe ji dest dane lê 1096 kes jî baş bûne. Rêjeya gelek welatan jî hêj nehatine ber dest.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin