PeyamaKurd - Di demen dawî de li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe û herî dawî 4 kesên din tûşî vîrusa Koronayê bûne.
Li gor Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mustefa ragihand, îro li herêma Rêveberiya Xweser, 4 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin.
Dr. Ciwan Mustefa diyar kir, ew pêketiyên nû 3 jin û mêrek in û ew hemû li herêma Şehbayê ne.
Heta niha li Rojavayê Kurdistanê hejmara kesên bi Korona ketine gihişt 54 kesan, 2 kes ji wan jî can dane.
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo bergiya vîrûsa Koronayê ê girtin, Şaneya Krîzê ya Rêveberiya Xweser qedexeya çûnûhatinê ji bo 14 rojan ragihand, ji îro 6ê Tebaxê qedexe dest pê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin