"PDK doza mafê me dike û emê jî pistgiriyê bidinê"

"PDK doza mafê me dike û emê jî pistgiriyê bidinê"

PeyamaKurd - Welatiyên Kurdistanê: PDK şerê mafê me dike û emê dengê xwe bidênê.

Welatiyên bajarê Hewlêrê baweriya wan bi lîst û berbijêrên PDKê heye û dibêjin, tenê PDKê rastgo şerê mafê me dike li Bexdayê.

Welatî Muxtar Reza ji malpera PDKê re ragihand: “Ezê dengê xwe bidim PDKê ji ber ku tenê PDKê parêzer e ji Herêma Kurdistanê re û wek bergirîkarê rast e ji miletê Kurd re. PDK di hemû serdeman de bûye asteng li pêşiya dagîrkeran. PDK bi djwarî di nava Parlamentoya Iraqê de bergirî li mafê Kurdistanê kiriye. Ji aliyê serbazî ve jî piştî xiyaneta 16ê Cotmeha tenî PDKê sînor ji dagîrkeriya Kurdistanê re danî.”

Welatî Şeha Ezîz jî dibêje: “Ezê dengê xwe bidin PDKê. Dengê min her ji bo PDKê bûye û ez şanaziyê pê dikim ji ber ku armanca PDKê ew e ku mafê me bidest bîne. Herwiha ji ber ku tenê PDKê bi rastî şer dike ji bo mafên me.”

Welatî Umer Ebdulah jî dibêje: “Tenê PDK hêja ye ku em dendê xwe bidênê. Ev çendîn sal e ku tenê PDKê bi rastî şer ji bo cîbicîkirina mafên me yên destûrî dide û PDKê şerê mafê Pêşmerge û şerê madeyên destûr dike û hewl dide ji bo vegerandina navçeyên Kurdistanî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin